Iraq – Xwepêşandanan de tengezarî û alozî derket û 4 kes mirin

.

Hejmara qurbaniyên pevçûnên navbera alîgirên Sedr û xwepêşanderên Iraqê, bo 74 kesan bilind bû û Serokwezîrê Iraqê jî lijneyeke lêkolînan pêk anîn.

Ji ber pevçûnên di navbera alîgirên Rêberê TevgeraSedr Muqteda Sedr û xwepêşanderan de li Bexda û Nasiriyê, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 70 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl ragihand; Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî fermana pêkanîna lijneya lêkolînê û dûrxistina Fermandarê Polîsê Parêzgeha Zîqarê û qedexeya derketina derve li parêzgehê da.

Herwiha Rêveberiyê Ragihandinê yê li Wezareta Navxwe ya Iraqê Se'd Me'n eşkere kir; Ude Salim Ebûd li şûna Hazim El Hazim, bû Fermandarê Polîsê Parêzgeha Zîqarê.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Israel Katz: Dibe ku em di demeke nêzîk de dîsa êrişî Îranê bikin
Netanyahu fermana êrişê da: Bi tundî li Hizbulahê bidin
Nakokiyên Amerîka û Îranê li ser çi ne?
Villy Søvndal: Ewropa deyndarê Kurdan e
Îranê mercên dan û standinên bi Amerîkayê re eşkere kirin