"Îraq û Kurdistan rûbirûyê rewşa dijwar û metirsîdar bûye"

Di nav pêşnîyazên KRG de cemidandina encamên referendûma Kurdistanê jî heye!.

Hukimeta Herema Kurdistanê li ser rewşa rewşa Iraq û herêma Kurdistanê beyanekê darxistîye û daxwaz dike ku bi diyalogê pirs çareser bibin!

Di malpera resmî ya krg de ev beyan hatîye belavkirin:

"Ew rewşa dijwar û metirsîdar ya ku rûbirûyê Îraq û Kurdistanê bûye, hemûyan neçar dike di asta berpirsiyariya dîrokî de bin û rê nedin rewş zîdetir ber bi şer û pevçûnan di navbera hêzên îraqî û hêzên pêşmerge ve biçe.

Êrîş û pevçûnên hêzên Îraq û hêzên pêşmerge di roja 16.10.2017ê û heta îro, ziyan bi her du aliyan gihandiye, çêdibe ev yek bibe sedema xûnrêtineke berdewam û di encam de bibe sedema têkçûna struktur û têkeliyên civakî di navbera pêkhateyên Îraqê de.

Bê guman, tu alî di vî şerê di nevabera her du aliyan de serkeftî nabe, lê di hemû warên jiyanê de dê welêt ber bi wêranbûneke tevayî bibe, ji ber vê yekê û ji minteliqê hestkirin bi berpirsiyariyê li hember gelê Kurdistan û Îraqê, em ji hikûmet û raya giştiya Îraq  û cîhanê re pêşniyar dikin:

1- Rawestandina teqekirin û hemû awayên tevgerên leşkerî li Herêma Kurdistanê.

2- Sirkirina (tecmîdkirina) encamên referendûma Kurdistana Îraqê.

3- Destpêkirina diyaloga vekirî di navbera hikûmeta Herêma Kurdistan û hikûmeta federaliya Îraqê li ser bingeha destûra Îraqê."

Hikûmeta Herêma Kurdistanê
24.10.2017

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin