Iraq- Ji ber agirê nexweşxaneyê 36 kes mirin

.

Li parêzgeha Zîqar a Iraqê agir bi nexweşxaneyeke Koronayê ket û di bûyerê de 36 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Tendirustiya Zîqarê ragihand ku agir bi nexweşxaneya Îmam Husên a Koronayê ya li parêzgeha Zîqarê ket û di şewatê de 36 kesan canê xwe ji dest dan.

Tîmên agirkuj û kesûkarên pêketiyên Koronayê hewl didin ku nexweşan ji şewatê rizgar bikin.

Ligor medyaya Iraqê şewat ji ber teqîna butleke oksîjenê derketiye.

Tendirustiya Zîqarê rewşa awarte li parêzgehê ragihand û eşkere kir ku du karmendên tendirustiyê jî di şewatê de jiyana xwe ji dest dane.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye