Iraq: HSDê zêdetirî 100 girtiyên DAIŞê radestî me kirin

.

Endamê Komîsyona Parastinê di Parlamentoya Iraqê de, Gatih Necman, da xuyakirin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) zêdetirî 100 girtiyên DAIŞê radestî Bexdayê kirine.

Necman, diyar kir ku ji bo wergirtina DAIŞîyên welatiyên Iraqê civaka navdewletî fişarê dike û ragihand: “HSDê di nav sê rojên dawê de, zêdetirî 100 DAÎŞîyên girtî radestî Bexdayê kirin. Ev DAÎŞîyên li girtîgehên HSDê diman gelekê xeter in, ji ber ku bi komên terorîst re kar kirine û xwîna xelkê rijandine.”

Necman diyar kiriye ku civaka navdewletî fişarê li wan dike daku DAIŞîyan werbigirin, lê ev yek li berjewendiya Iraqê û got, “Pêwîste Serokwezîr Mistefa Kazimî li ser dosyeya DAIŞîyên hatine wergirtin parlamentoyê agahdar bike.”

Hat zanîn ku radestkirina girtiyên DAIŞê bi navbeynkariya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê hatiye pêkanîn.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin