Iraq: Hikûmeta Iraqê ligel şanda Gorran û Komel nacive!

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Seed Hedîsî eşkere kir, ku şanda hizbî ya Kurdistanê, nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nake û tenê wê ew şand ligel aliyên siyasî yên Iraqê û hejmarek frakisyonên nav Perlementoya Iraqê bicive.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Seed Hedîsî got: Ti zanyarî derbarê civîna wan aliyan ligel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî tine ye.

Duh şandek ku ji Şoreş Hacî û Mihemed Reûf ji Tevgera Goran, Mihemed Hekîm û Ehmed Hacî Reşîd ji Komela Islamî, Hesen Cîhad ji Hevpeymanî ji bo Demokratiyê ya ser bi Berhem Salih ve pêk hatibû, serdana Bexdayê kir û îro jî ligel hejmarek ji aliyên siyasî yên Iraqê civiya.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin