Iraq, dê biçe serdana Hewlêrê

Bi armanca danûstandin li ser vekirina deriyên sînorî biryar e îro şandeke hikûmeta Iraqê wê serdana Hewlêrê bike.

“Xed Press” re ragihand ku îro (15.01.2018) şandeke hikûmeta Iraqê serdana Hewlêrê bike û derbarê vekirina deriyên sînorî û firokaneyên Herêma Kurdistanê ligel şanda herêmê bicive.

Wî jêderî ku navê xwe aşkere nekiriye ragihand jî, di danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de heyameke erênî û pêşveçûn heye, ji bo çareserkirina pirsa firokxane û deriyên sînorî.

Şandeke Herêma Kurdistanê roja 13ê vê mehê bi serokatiya Wezîrê Navxwe Kerîm Şingalî serdana Bexdayê kiribû û ligel Wezîrê Navxwe yê Iraqê Qasim Arecî civiya bû.

Piştî civîna li Bexdayê, her du aliyan daxuyaniyeke hevbeş belav kir û tê de hat, danûstandin berdewam dibin û îro15 Çileyê li Hewlêrê dicivin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin