Iraq: Bi fuzeyan li Xeta Kesk xistin

.

Li payîtexta Iraqê, li Bexdayê li Xeta Kesk ku temamê mîsyonan, nûner û balyozxaneyên biyanî li wê derêne û hem avahiyên hukumetê jî li wê derê ne, 4 fuzeyan avêtin herêmê.

Li gorî agahiyan, tevahiya wan mûşekan ji aliyê sîstema berevaniya balyozxanê ve hatin pûçkirin lê di wê êrişê de zarokek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

Ev êriş di demekî de ye ku Amerîka dest bi kêmkirina hêzên xwe li Iraqê kiriye. Amerîka biryar daye derdora 500 serbazên xwe ji Iraqê derxîne û tenê 2500 serbazan li Iraqê bihêle.

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin