Îranê sizayên giran da 13 welatiyên êrîşa Tirkî li ser Rojava şermezar kiribûn

.

 Li bajarê Merîwanê 13 welatiyên Kurd, ji ber ku êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kiribûn, ji aliyê Hikûmeta Îranê ve bi sizayên giran hatin hikumkirin.

Li gor malpera mafên mirova ya Hengawê diyar kiriye, di nav çend rojên borî de, gelek welatiyên Kurd ên bajarê Merîwanê, ji ber ku êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kiribûn, ji aliyê Hikûmeta Îranê ve hatin dadgehîkirin.

Zanyarî didin zanîn, di nav wan de 13 kes bi tohmeta “xirakirina asayîşa netewî” bi sizayên giran hatin hukimkirin.

Her yek ji wan welatiyên Kurd, bi 6 meh zîndan û 30 qamçî hatin sizadan.

Li gorî qanûnên Îranê, cezaya lêdana qamçiyan, didin ên sûcekî gelekî “kirêt” kiribe.

Navê wan kesên ku hatine sizadan wiha ne:

Fuad Yûsifî, Efşîn Rehmanî, Kemal Konepoşî, Seyîd Umîd Secadî, Şehab Zemanî, Mubîn Nadirî, Tarîq Rostemî, Diyako Taba, Hîmet Kerîmî, Mehdî Tariqî, Seyîd Umêd Heperest, Elî Yaqûbî, Mihemed Nadirî.

Roja 12 Cotmeha 2019an, ev welatiyên Mêrîwanê, êrîşên artêşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kiribûn, paşê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibûn girtin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin