Îranê siza da 3 çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê

Li bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê 3 çalakvan û jîngehparêzên Kurd ji alîyê dadgehê ve hatin sizadan.

Malpera Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê  (HINGAW) belav kir, ji koma 10 çalakvan û jîngehparêzên ku di heyama bûrî de li bajarê Sinê dihatin dadgehkirin, dadgehê siza da 3 kesan.

HENGAWê dîyar kir jî, rojnamevan Amanc Qurbanî, fermanberê îdar yê jîngehparîya Kamyaran Fazil Qeytasî û endamê Partîya Yektîya Milî Sîrwan Qurbanî bi koma 8 sal û 8 mehan zîndan hatin sizadan.

Ew sê çalakvanên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ligel 7 kesên bi tometa “hewldanên li dijî ewlehîya welat” hatin dadgehkirin.

Carên ewil jî rejima Îranê û dadgehên wê sizayên giran didin hemwelatîyên Rojhilatê Kurdistanê. Tenê di vê mehê de, dadgehên Îranê 30 meh zîndan, lêdana 250 qamçîyan û baca 250 milyon Tumen li ser 10 welatîyên Kurd ên bajarê Banê sepandibû.

Dîsa dadgeheke din a Îranê jî bi tometa ku di xwepêşandanan de beşdar bûne û wêneya Qasim Suleymanî şewitandine, cezaya koma 16 sal zîndan li 3 ciwanên Kurd ên bajarê Banê spandibû.

Herwiha Dadgeha Şoreşê ya Îranê li bajarê Sinê jî, 10 sal zîndan li mamosteya zimanê Kurdî û berpirsa Encûmena Fermangeha Komelaya Nûjîn Zara Mihemedî sepandibû.

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin