Îranê sîstemeke nû ya berevaniya mûşekî da nasandin

Îranê îro li Tehranê perde li ser sîstema xwe ya herî nû ya berevaniya mûşekî rakir.

Îranê îro li Tehranê perde li ser sîstema xwe ya herî nû ya berevaniya mûşekî rakir.

 

Îro di Roja Pîşesaziya Serbazî ya wî welatî de, Îranê sîstemeke nû ya berevaniya mûşekî da nasandin ku bi gotina rayedarên serbazî yên Îranê, ew sîstem li nevxweya wî welatî hatiye çêkirin.

 

Navê wê sîstema nû ya muşekî ya Îranê, Bawer 373 ye ku Wezîrê Berevaniyê yên Îranê, General Emîr Hatemî di merasimekê de li Tehranê da nasandin.

 

Bi gotina Wezîrê Berevniyê yê Îranê, sîstema Bawer 373 dikare balafirên êrîşkar nas bike û bike armanc bike û dikare muşekên dûravêj li asman biteqîne.

 

li gorî gotina berpirsên leşkerî yên Îranê, ew sîstem dikare 300 armancan di demekê de bibîne û 60 armancan bixe bin çavdêriyê û di hema demê de êrîşê bibe ser 6 armancan.

 

Wezareta Berevaniya Îranê ragihandiye, sîstema berevaniyê ya Bawer 373 dikare çavdêriya rûbereke berfireh û dûr û dirêj bike.

 

Serokomarê Îranê, Hesen Ruhanî jî di merasima nasandina sîstema nû ya mûşekî de ragihand, wî ferman daye wezareta berevaniya wî welatî ku sîstema nû bixin nav tora sîstema berevaiya esmanî ya Îranê.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Parlementoya Ewrûpayê ‘qanûna li hemberê şiddeta ser jinê’ qebûl kir
Baregeha Heşdî Şebiyê hatibû bombebarankirin: CENTCOMê daxuyanî da
Îran piştî Jîna Emîniyê dîsa qedexeyê tund dike
Pentagon Em daxwaz ji Kongressê dikin bûdceya sîstema berevaniya asmanî ji Herêma Kurdistanê re pesend bike
Netanyahu bersiveke tund da Erdogan: Li welatê xwe Kurdan qir dike