Îranê sînorê Herêma Kurdistanê bordûman kir

Hat ragihandin ku pasdarên Îranê herêmên li ser sînorê Kurdistanê bordûman kirin

Li gor nûçeya K24ê pasdarên Îranê îro danê nîvro herêma Gundejor yê girêdayê bajarokê Hacî Omeran ê Hewlêrê ku dikeve ser sînorê Herêma Kurdistanê û Îranê, topbaran kirin. Hat ragihandin topbaranê nêzî saetekê berdewam kiriye.

Hat diyarkirin ku şêniyên Gundêjor ji tirsa topbaranê malên xwe bicî hiştine.

Pasdarên Îranê berî niha ji cotkar û şivanan xwastibû ku di nava 72 saetan de ji wê herêmê dûr bikevin.

Li herêma Hacî Omeran deriyekî sînor ê fermî di navbera Kurdistan û Îranê de heye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin