Îranê li Rojhilatê Kurdistanê di du rojên dawî de herî kêm 13 çalakvan desteser kir

.

Hêzên ewlekariyê yên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê, bi berdewamî çalakvanên sivîl, kulturî û jîngehparêzî yên Kurd desteser dikin û di du rojên dawî de, herî kêm 13 kesên din hatin girtin.

Tora Mafên Mirova ya Kurdistanê bi raportekê destnîşan kir, ew her 13 kes li bajarên Nexede, Pîranşar û Bokanê hatine girtin û bo cihên nediyar hatine veguhestin.

Bi wê yekê, hejmara çalakvanên Kurd ên di nêzî du hefteyan de ji aliyê hêzên Îranê ve hatine desteserkirin, gihiştiye 43 kesan.

Li gor Rêxistina Hengaw a Mafên Mirova jî diyar kiriye, di 11 rojên borî de 50 kes hatine girtin. Li gor wê rêxistinê, tenê roja Sêşemê 15 kes li bajarên Bokan, Nexede, Pîranşar û navçeya Kelaterzan a Sine hatine desteserkirin.

Herwiha Rêxistina Hengaw belav kiriye, ku destpêka vê hefteyê du kes ji endamên Koma Muzîkê ya Jinên “Glarîs” li bajarê Kirmaşan ji aliyê hêzên polîs ve hatine desteserkirin, lê piştî lêkolîn li ser Nazenîn Etabekî û Nesrîn Yezdanpûr hatiye kirin, bi danîna pereyan û bi awayekî demkî hatine azadkirin.

Li gor wê raportê, hemû endamên din ên wê komê hatine bangkirin û sozname bi wan hatiye îmzekirin.

Berê Berpirsê Polîsê Asayîşa Giştî ya Kirmaşan Hesen Heyderî gotibû: “Du keç desteser kirine ku reklam bo yekeyeke pîşeyî kirine û di merasîmekê de stran gotine.”

Asayîşa Giştî ya Kirmaşan îdîa dike ku karê wan keçan dijî dab û nerîtên civakî bûye û xelk bêzar kirine, lewra wan jî pêdeçûn kiriye.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye