Îranê kurdêkî din bi dar ve kir!

Welatiyekî Kurdê Rojhilatê Kurdistanê li başûrê Îranê hat bidarvekirin.

Li gor zanyariyên Navenda Mafên Mirovan a Kurdistanê, îro berbangê welatiyekî Kurd li zindana Bender Ebas li başûrê Îranê hat bidarvekirin.

Navenda Mafên Mirovan a Kurdistanê eşkere kir, ew welatiyê Kurd temenê wî 46 salî ye û xelkê bajarê Loristanê ye, bi tometa kuştina bi qest ji aliyê dadgehê ve cezaya bidarvekirinê li ser hatibû sepandin.

Li gor amarên Navenda “Hingaw” a Mafên Mirovan, li Rojhilata Kurdistanê, ji sedî 70 ji kesên di meha Tîrmeha borî de li Îranê hatine bidarvekirin, welatiyên Kurd in.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin