Îranê helbestvanê Kurd desteser kir

.

Hêzên ewlehiya Îranê li bajarê Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê çalakvan û helbestvanê Kurd Aram Fethî desteser kirin.

Îro serê sibê li bajarê Merîwanê hêzên ewlehiya Îranê avêten ser mala çalakvan û helbestvanê Kurd Aram Fethî û ew desteser dikin.

Li gorî agahiyên ku ji xizmên wî hatine girtin, hêzên ewlehiyê yên ku destûra dadgehê nîşanî Fethi dan, piştî lêgerîna li malê dest danîn ser tiştên wî yên şexsî û helbestvanê Kurd desteser kirin.

Heta niha sedema desteserkirina Aram Fethî û ew birine ku derê ne diyar e.

Fethî ku di heman demê de çalakvanek e jî, berê ji ber ku beşdarî rêxistinên çandî û sivîl bûbû ji aliyê Îranê ve gelek caran hatibû girtin û cezayê zindanê lê hatibû birîn.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye