Îranê erîş bire ser Biradost û Hecî Omeranê û li Silêmanî teqe li Baregeha Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê hate kirin!

Topxaneyên Supaya Pasdaran a Îranê dest bi topbarankirina deverên sînorî yên biradost kirine. Rêveberê Bajarokê Sîdekanê dibêje: “Ji ber topbaranê heta niha 200 malbat aware bûne.”

Supaya Pasdaran a Îranê topxaneyên xwe li Rojhilatê Kurdistanê bi cih kiriye û ji destpêka meha Îlonê ve her roj devera Biradost topbaran dike.

 

Bû heftek Îran bi şev û roj deverên Balekayetî û Biradost ên li sînorê Hewlêrê bombebaran dike. 200 malbat ji gundên xwe aware bûn û nêzîkî 250 donim rez û baxên xelkê şewitîn, herwiha Tirkiye jî bi firokeyan bombebaran dike.

 

Li aliyekî din hat gotin, ji îro sibê ve pasdarên Îranê deverên Xireberd, Kunerê, Gomehîşk û Binberdereşan yên derdora gundê Gundejorê yê Hacî Omeranê didin ber topan.

Pasdarên Îranê bi behaneya hebûna hêzên Rojhilatî, wan deveran didin ber topan.

Ev mideyek e pasdarên Îranê deverên sînorî yên Başûr didin ber topan. Heta niha ziyanek gihîştiye xelkê wan gund û deveran.

Li aliyekî din, şeva bihorî li Taxa Bekreco ya Silêmaniyê, teqe li baregeha pêwendiyan a Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê hatiye kirin. Heta niha zelal nebûye, ku kesên teqeker kê bûne û bi çi armancî baregeha Komeleyê dane ber guleyan.

 

Derbarê vê bûyera teqekirinê de jî, Berpirsê Ewlehiya Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, Dara Qureyşî ragihand: “Şeva Duşemî li ser Sêşemiyê di demjimêr 01:00ê şevê de çend çekdarên nenas di nava otomobîlekê de li Taxa Bekreco ya Silêmaniyê teqe li baregeha me ya Pêwendî û Dîplomatîk kirin, ku hevdem cihê nîştecihbûna xelkê me yê sivîl e jî.”

 

Dara Qureyşî got, li ser vê bûyerê wan guman heye ku “Îranê û aliyên girêdayî Komara Îslamiya Îranê dest hebûbin, daku şerekî derûnî li gel partiyên Kurdî dest pê bikin.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin