Îranê dikanên welatiyên ku tevlî grevê bûne nîşan dike

Xelkê Rojhilata Kurdistanê ku li hember êrîş û darvekirinên Îranê ketibûn grêveke giştî û dikanên xwe venekirin, Îtilaata Îranê jî dikanên xelkê bi spreyê nîşan dikin da ku piştre li ser wan lêpirsîn bidin destpêkirin.

Doh çarşemê ji aliyê çalakvan, rewşenbîr û partiyên Rojhilata Kurdistanê ve weke roja kempîna greva giştî hatibû ragihandin, li bajarên Bokan, Şino, Pîranşar ên li parêzgeha Urmiyê û bajarên Sine û Merîwan û Bane yên li parêzgeha Sine û çend bajarokên din ên Rojhilata Kurdistanê greva giştî dest pê kir.

 

 

Xelkê wan bajarên Rojhilata Kurdistanê weke nîşandana nerazîbûna xwe li hember sêdaredana girtiyên siyasî yên Kurd û êrişa mûşekî ya Îranê bo ser baregehên Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) dikanên xwe venekirin û neçûn ser karên xwe. Bazarên wan bajarên Rojhilatê Kurdistanê girtî ne û xelk ji malên xwe man û derneketin derve.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin