Îranê daxwaz ji NY kir: Li dijî Amerîkayê bertek nîşan bide

Balyozê Îranê yê li Neteweyên Yekgirtî nameyek şand ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî re û daxwaz kir ku bertekê nîşanê vê reftara Amerîkayê bide.

Balyozê Îranê yê li Neteweyên Yelgirtî Xulamelî Xoşru nameyek bo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) Antonio Guterres şand û daxwaz kir ku Amerîkayê berpirsyar binase ji beramberî dubare sepandina cezayên li dijî sektora petrol û keştivaniya Îranê.

 

Balyozê Îranê yê li NY di nameya xwe de got: “Divê rêkxistina Neteweyên Yekgirtî û endamên wê bertekê li hemberî vê reftara neberpirsyane ya Amerîkayê nîşan bide, daku bi vê rêyê serweriya yasa û mercên rêkxistinê garantî bikin.”

 

Amerîkayê roja duşemê (05-11-2018) dest qonaxa duyem a cezayên li ser Îranê kir. Di çaçroveya wan cezayan de tenê 9 welatên wek Iraq, Tirkiye, Çîn, Hîndistan, Yûnanistan, Koreya Başûr, Japon û Tayvan ji wna cezayan hatin efûkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin