Îranê cezayê darvekirinê da zarokekî kurd!

Saziya dadweriya Îranê hukmê darvekirinê da xortekî xelkê Saqizê ku di temenê zaroktî de tewan kiriye.

Li gor raporta Komela Mafê MirovAN Hengaw, baskê yekem ê saziya tewanan a parêzgeha Sine roja 06ê Mijdarê,  hukmê darvekirinê ji bo xortekî xelkê Saqizê yê bi navê Şayan Seîdpur ê kurê Selahedîn re daye.

Ew hukmê darvekirinê ji aliyê dadwer Wefa ve û ji ber tewanê qetla qesdî ji bo xortê kurd hatiye dayîn.

Şayan Seîdpur Tebaxa 2015ê ku temenê wî negeheştibû 18 salî hemwelatiyek din ê xelkê Seqizê yê bi navê Silêman Azadî kuşt û ji wê demê ve di girtîgehê de ye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin