Îranê bo nehîştina sizayên aborî mohlet da Amerîka

.

Hikûmeta Îranê ji bo rakirina sizayên aborî li ser Tehranê heta 21 Sibata îsal mohlet da Amerîka.

Wezîrê derve yê Îranê, Cewad Zerîf duhî li Mosko bi hevtayê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov re hevdîtin kir.

Piştî hevdîtinê, Zerîf û Lavrov daxuyanî dan rojnamevanan.

Zerîf behsa rêkeftina etomî û sizayên aborî û helwesta rêveberiya nû ya Amerîkayê kir û ragehand, bi hatina rêveberiya nû ya Amerîka re wan di mijara rakirina sizayên aborî de hinek tişt bihîştine lê heta niha gaveka piratîkî nehatiye avêtin.

Zerîf her wiha da xuyakirin, eger heta 21 Sibatê sizayên aborî neyên betalkirin û rakirin, ewê bi ya xwe bikin û rêkeftina NPT bicîh nahînin.

Rêkeftina NPT, rêkeftineka yedek e li kêleka rêkeftina etomî ya Îranê. Li gorî NPT, ajansa navdewletî ya enerjiya etomî her gava bixwaze dikare serdana navendên etomî yên Îran û welatên ku NPT îmze kirine, bike.

Demekî beriya niha parlementoya Îranê hikûmeta wî welatî neçar kir NPT bide sekinandin û dest bi meyandina uraniyomê bike.

Amerîka di dema serokatiya Donald Trump de ji rêkeftina etomî vekişiya û sizayên tund bi ser Îranê de sepand. Heta niha nayê zanîn rêveberiya nû ya Amerîka dê vegere rêkeftinê yan na.

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye