Îranê biryara darvekirina Hîdayet Ebdullapûr pesend kir

Biryara bidarvekirina çalakvanê Kurd, Hidayet Ebdullapûr ji aliyê dadgeha Urmiyê ve hate pesend kirin.

Berê Dîwana Bilind a Îranê ew ceza redkiribû, lê bi givaşa Wezareta Îtilaat û dezgehên emnî yên Îranê, bo cara duyem biryara bidarverkirina Hidayet Ebdullapûr hate pesendkirin.

 

Navenda Alîkariya Partiyên Kurdistana Îranê di daxuyanyekê de daxwaz ji navendên mafê mirovan û rêxistinên navdewletî kiriye ku givaşê bixin ser Îranê da ku wê biryarê hilweşîne.

 

Ew navenda hizbên Rojhilatê Kurdistanê herwiha ji xelkê Kurdistanê jî xwestiye ku li dijî bidarvekirina zarokên xwe rawestin.

 

Li aliyekî dîn Girtiyekî kurd ê xelkê Kirmaşanê, ku di girtîgeha Ormiyê tê girtin, ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve cezayê birîna dest ji bo wî hate dayîn.

Li gor malpera Mafê Mirov a Hengaw, girtiyê xelkê Kirmaşanê yê bi navê Kesra Keremî yê temen 38 salî, ji aliyê baskê yekem ê dadgeha tewanan a bajarê Ormiyê ve bi tometa dizî kirinê cezayê birîna dest ji bo wî hatiye dayîn.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin