Îranê biryara bidarvekirina Ramîn Husênpenahî da

Parêzerê Ramîn Husênpenahî ragihand sizaya bidarvekirina Ramîn Husênpenahî îro gihiştiye destê wî.

Emced Husênpenahî, birayê girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Husênpenahî, ragihand  ku, hewlên yasayî bo rêgirîkirin a bidarvekirina birayê wî bê encam man û îro desthilatdarên Komara Islamî ya Îranê sizaya bidavekirina birayê wî radestî parêzerê wî kiriye. Parêzer jî, Ramîn bi wê sizayê agahdar kiriye.

Bidarvekirina Ramîn Husênpenahî di demekê de ye ku, rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan û komeleyên medenî, bi taybetî daxwaz ji Komara Islamî ya Îranê kirin, sizaya bidarvekirina wî girtiyê Kurd rawestîn e.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin