Îranê 5 girtiyên siyasî darve kirin

.

Îranê 4 girtiyên siyasî yên Ereb li parêzgeha Xuzistan bi tohmeta “çalakî û çalakiyên terorîstî” darvekirin, roja Şemiyê jî Erebekî din hatibû darvekirin.

Li gor raporta çalakvanên mafên mirov, ew çar çalakvan roja Yekşemê 28ê Sibata 2021ê hatine darvekirin ku tenê çend demjimêr berî cîbicîkirina hikmê wan, malbatên xwe dîtine û ji wan re negotine ku ev hevdîtina dawî dibe.

Ajansa Tesnîm a nêzîkê Supaya Pasdaran belav kiriye ku 3 kesan ji wan di sala 2017an de êrîşî binkeyekî polîs kirine û li wir du polîs hatine kuştin.

Li gor wê raportê, Nasir Xefacyanzade, Husên Seylawî Esil û Elî Xesrecî Etayî, bi tohmeta “hewla çekdarî dijî Komara Îslamî, kiryarên terorîstî, tirsandin, bizdandin û teli binkeyê polîs ê 22 yê Ehwaza navenda parêzgeha Xuzîstan kirine” cezayê darvekirinê li ser wan hatibû ferzkirin.

Li gor heman raportê, ew hersê kes endamên rêxistina “Eniya El-Tehrîr El-Ehwaz” bûn. Li gor raporta Ajansa Mafên Mirov a Îranê (Hrana), welatiyekî din ê Ereb bi navê Casim Heyderî, bi tohmeta hevkariya ligel partiyeke dijberê Îranê hatiye darvekirin.

Ajansa Mîzan, zimanhalê Saziya Dadê ya Îranê roja Yekşemê belav kir ku welatiyekî din ê Ereb bi navê Elî Mitêrî, roja Şemiyê 27ê Sibata 2021ê hatiye darvekirin.

Li gor malperê, “Elî Mitêrî endamê DAIŞê bûye û behara sala 2018an êrîşî binkeyekî Besîc kiriye û di encam de 2 Besîc hatine kuştin.”

Rojhilta Navîn Haberleri

Tirkiye | Di meha dawî de 16 hezar Sûriyeyî hatin dersînorkirin
Parlementoya Ewrûpayê ‘qanûna li hemberê şiddeta ser jinê’ qebûl kir
Baregeha Heşdî Şebiyê hatibû bombebarankirin: CENTCOMê daxuyanî da
Îran piştî Jîna Emîniyê dîsa qedexeyê tund dike
Pentagon Em daxwaz ji Kongressê dikin bûdceya sîstema berevaniya asmanî ji Herêma Kurdistanê re pesend bike