Îran/ Xelk dest bi xwepêşandanan kirin

Li bajarên Isfehan, Meşhed, Şîraz, Şahîn Şar, Erak û çendîn bajarên din ên Îranê xwepêşandan hatin kirin.

Xwepêşandan û nerazîbûn çendîn bajarên mezin û biçûk ên Îranê girtine û hêzên Îranê bi teqe û gazên rondikrij hewl didin xwepêşanderan belav bikin.

 

Sê roj in xwepêşandan li Îranê berdewam in û îro beriya nîvroyê li bajarên Isfehan, Meşhed, Şîraz, Şahîn Şar, Erak û çendîn bajarên din ên Îranê xwepêşandan hatin lidarxistin.

 

Li gor dîmenên vîdeoyên ku li ser medyaya civakî hatine belavkirin, di xwepêşandanan de ku zêdetir ji ber rewşa aborî ya Îranê têne kirin, bêhtir dirûşmên siyasî û dijî desthilatdariya Îranê têne gotin. Herwiha li çendîn deveran jî di xwepêşandanan de di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de alozî û pevçûn derketine.

 

 

 

Herwiha şeva derbasbûyî li Tehran, Kerec, Gewherdeşt, Ehraz û çend cihên din xwepêşandan hatin kirin û xwepêşanderan dirûşmên dijî giranî û rewşa xirab a aboriyê ya xelkê gotin û daxwaz kirin ku rayedarên wî welatî dest ji kar bikşînin. Rayedarên Îranê jî xwepêşandanan bi neyasayîbûnê bi nav dikin û gefa desteserkirina xwepêşanderan dixwin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin