Îran/ Xelk cardin rabûn piyan!

Ji roja yekşemê ve xwepêşandanên nerazîbûnê li Tehrana paytext û li gelek bajarên Îranê bi berfirehî berdewam in. Di çalekiyê de gelek avahî û dikanên danûstandinê hatin girtin.

Di nava kombûnên nerazîbûnê yên li Tehranê de dikandar û hemwelatiyên sivîl li dijî biryarên siyasî û aborî yên desthilata Îranê dirûşm gotin. Li bajarê Kirmaşan û Urmiye yên Kurdistanê û li bajarê Tewrêz a Azerbaycana Îranê jî nerazîbûn li hember rewşa bazarê hebûn. Herwiha li ser torên civakî wêne û vîdeoyên wan xwepşandan û kombûnên nerazîbûnê hatine belavkirin.

Li gor agahiyan, li hinek cihan şer û pevçûn di navbera xwepêşanderan û hêzên polîs û hêzên din ên ewlekariyê de çêbûn. Ji aliyekê din ve Cîgirê Siyasî û Ewlekarî yê Parêzarê Tehranê Muhsin Hemedanî ragihand ku hêzên polîs li derdora bazarê hatine bicihkirin û hewla aramkirina rewşê didin.

Duhî buhayê dolar li bazara azad a Îranê gihişte derdora 9 hezar tumen û hevdem nearamiyek di nav bazara hemû kelûpel û pêdiviyên Îranê de çêkir. Ajansên fermî yên Îranê roja yekşemê ragihandin ku buhayê dolar li wî welatî gihiştiye 8 hezar û 700 tûmenî lê li gor çavkaniyên nefermî, nirxê rastî yê her dolarê amerîkî gihiştiye 9 hezar tûmenî.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin