Îran û Amerîka li Viyanayê dicivin

.

 Roja Sêşemê li Viyanayê, Îran û Amerîka di derbarê rêkeftina atomî de dest bi danûstendinên ne rasterast bikin.

Roja Sêşema bê de li paytexta Awusturya Viyanayê careke din Iran û Amerîka di derbarê rêkeftina atomî de dest bi gotûbêjên ne rasterast dikin. Rêkeftina ku di 2015an de dinavbera Îranê û hejmarek ji welatên zilhêz de hatibû îmze kirin, yek ji wan Amerîka bû.

Ev gotûbêj bi navbeynkariya Yekîtiya Ewropa yê dê birêve biçin.

Berpirsekî pile bilind ê Yekîtiya Ewropa yê ragihand armanc ji wan gotûbêjan ewe ku ew di heyama du mehan de di navbera Amerîka û Îranê bighêjin rêkeftinekê.

Çavkaniyeke deplomsî yê Yekîtiya Ewropa yê ragihand ku Îran û Amerîka dê li heman bajarî  bin lê ne di nava yek odê de bin.

Serokê berê yê Amerîkyê Donald Trump di 2018an de ji rêkeftina etomî ya ligel Îranê vekşiyabû û carekek din ceza bi ser Îranê de sepandibû.

Lê serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden hewl dide ligel Îranê careke din vegere wê rêkeftinê , lê di destpêkirina danûstandinan de Îran û Amerîka li benda hev dimînin kî ji wan destpêşxer be. 

Rojhilta Navîn Haberleri

Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin
Îran bi lezgînî tunelên xwe yên mûşekan nûjen dike