Îran: Ti pêwendiyeka me bi êrişa Hewlêrê ve nîne  

.

Wezareta Derve ya Îranê ragihand, ti pêwendiyeka wan bi êrişa mûşekî ya Hewlêrê ve nîne.

Berdevkê wezareta derve ya Îranê, Seîd Xetîbzade îro di civîneka rojnamevaniyê de ragihand, ti pêwendiyeka Îranê bi êrişa mûşekî ya şeva borî ya Hewlêrê ve nîne.

 Seîd Xetîbzade her wiha got, em tevahiya wan hewlên ku dixwazin wê êrişê bavêjin stûyê Îranê, red dikin.

Wî berpirsê Îranî bang li hikûmeta Iraqê jî kir, lêkolînê li ser wê êrişê bikin û êrişkaran jî bibînin.

Piştî êrişa mûşekî ya Hewlêrê, hinek çavkaniyan ew êriş avêtibûn stûyê Îran û komên çekdar yên Iraqî yên girêdayî wî welatî.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye