Îran, sînora Başûrê Kurdistanê topbaran dike..Birîndar hene!

Topxaneya Îranê zozanên Hacî Omeran topbaran kir, ji ber topbaranê jî hejmarek koçer birîndar bûn.

Rêvebirê Nahiya Hacî Omeran Ferzeng Ehmed ragihand, ji ber topbarana Îranê ji zozanên  Hacî Omeran, hejmarek ji koçeran asê bûne û hejmareke mezin jî ji wê deverê bar kirine.

Hate zanîn, li Hacî Omeran zozanên li pişt Zînwê, geliyê Alane û Gundejor topbaran dike û li Sîdekan jî Berbizîn û Sinîn topbaran dike.

Hate gotin ji encama topbarana zozanên Hacî Omeran, çend koçer birîndar bûn û bo nexweşxaneyê hatin veguhastin. Her wiha koçeran têrikî zoan kiriye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin