ÎRAN/ Rojnameyekê ji Esedî re got 'Mêvanê nevexwendî' hat qedexekirin

Rojnameye Îranî ya bi navê Qanûn ku bi alîgiriya reformîstan tê naskirin, seredana serokê Sûriyê Beşer Esed ya bo Tehranê rexne kir, û ji ber vê jî bo demekê hat qedexekirin.

Ajansa ISNA ya Îranê belav kir ku Dadgeha Medya û Çandê ya Tehranê ji sibê ve qedexeya weşanê danî ser rojanama Qanûnê. Di biryara girtina rojnamê de hatiye ragihandin ku sedem manşeta îro ye lê wê heya kengê weşana wê qedexe be, nehat gotin.

Rojnama Qanûn wêneya seredana Beşer Esed ya bo Tehranê ku Esed û Alî Hamaney hev hembêz kiribûn, di manşetê de weşandibû û gotibû 'Mêvanê nevexwendî.'

Rojhilta Navîn Haberleri

Amerîka û Îran nêzîkî peymanê ne: Naveroka pêşniyarê çi ye?
Trump: Egera destpêkirina êrîşên li ser Îranê heye
Israel Katz: Dibe ku em di demeke nêzîk de dîsa êrişî Îranê bikin
Netanyahu fermana êrişê da: Bi tundî li Hizbulahê bidin
Nakokiyên Amerîka û Îranê li ser çi ne?