Îran: Me ji bo derxistina hizbên Rojhilatê Kurdistanê, bi Iraqê re rêkeftin çêkiriye

.

 Wezîrê Îstixbarata Îranê diyar dike, ji bo bêçekkirin û derxistina hizbên Rojhilatê Kurdistanê ji Herêma Kurdistanê, bi aliyên Iraqî re rêkkeftin hatiye kirin.

Wezîrê Îstixbarata Îranê Îsmaîl Xetîb, do di çarçoveya serdana xwe ya ji bo parêzgeha Urmiyê de, li bajarê Pîranşarê eşkere kir: “Eger hêzên dijberî Komara Îslamî û piştevanên wan, derbarê asayişa Komara Îslamî de her kiryarekê encam bidin, dê bersiveke tund ya hêzên çekdar û ewlehiyê bibînin.”

Îsmaîl Xetîb destnîşan kir: “Li gorî rêkeftna ku li gel Iraqê hatiye kirin, divê hêzên dijberî Komara Îslamî yên li Herêma Kurdistanê, di zûtirîn demê de bên bêçekkirin û derxistin.”

Herwiha Xetîb îdia kir ku bingehên Îsraîlê li Herêma Kurdistanê hene û da zanîn: “Di egera her kiryareke têkdana asayşa Komara Îslamî de ji aliyê bingehên Amerîkî û Îsraîlê ve li Herêma Kurdistanê, ew dê bersiveke çalak bidin û wê berisva me jî êrîşkarane be.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, di van rojên dawî de, gefên rayedarên payebilind ên leşkerî yên Îranê li dijî partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê zêde bûn.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn