Îran – Li Belûçistanê 5 pasdar hatin kuştin, 3 jî dîl hatin girtin

.

Du otomobîlên pasdarên Îranê li parêzgeha Sîstan-Belûçistan ya wî welatî rastî êrişa çekdarî hatin û “5 pasdar hatin kuştin û 3 jî dîl hatin girtin”.

Çavkaniyên fermî yên sipaha pasdarên Îranê duhî ragihandin, otomobîleka pasdaran li nahiya Bempoşt ya bajarê Seravan li parêzgeha Sîstan-Belûçistanê rastî êrişa çekdarî hat.

Li gorî agahiyên wan çavkaniyan, di wê êrişê de pasdarek birîndar bûye û yek jî wenda bûye.

Berpirsê asayişa parêzgeha Sîstan-Belûçistanê, Mihemed Hadî Maraşî jî ew êriş avêtiye stûyê rêxistina îslamî-belûçî ya Ceyşul Edl lê agahiyên zêde nedaye.

Çavkaniyên nêzîkî Ceyşul Edlê jî dane zanîn, li gundê Keştigan yê nahiya Bempoşt ya bajarê Seravan, du otomobîlên pasdaran rastî êrişa çekdarên Ceyşul Edlê hatin.

Li gorî agahiyên wan çavkaniyan, di wê êrişê de 5 pasdar hatin kuştin û 3 jî dîl hatin girtin.


 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin