Îran komek ji hêzên xwe ji Sûriyê vedikişîne

Îran, ji bo kontrola rewşa navxweyî ya Îranê bike û xwepêşandanan serkot bike, komek ji hêzên xwe yên li Sûriyê vedikişînê hundirê Îranê.

Li gor malpera “Al-Arabiye”, supaya Pasdaran daxwaz ji balyozxaneya Îranê ya li Şamê kiriye, mîlîşyayên Îranî kom bike û vegera wan ji bo naxweyiya îranê bişîne.

Her wiha amaje bi wê yekê hatiye kirin, êdî pêwîstiya hebûna wan hêzan li Sûriyê nemaye û divê bilez vegerin Tahranê.

Li gor zanyariyên wê malperê, Tahranê mîlîşyayên Şîe anîne Îranê û li Ehwazê belav kirine, bi taybet li meydan û kolanên sereke, yên xwepêşandan tê de dibin.

Ji aliyekî din ve, kenala “Amed News” li “Telegram” belav kir, li bajarê “Xumeyî Şehr” a Asfehanê rêjîma Îranê bi hezaran “çeteyên” Efxanî xistine nava hêzên ewlehiyê.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin