Îran: Îsraîl nikare li S-300ên Sûriyê bixe

Serokê Meclîsa Îranê Larîcanî got Îsraîl behreya Îsraîlê nîne ku li Pergala Parastina Asîmanî ya S300ê ya Sûriyê bixe.

Larîcanî daxuyaniyek ji televîzyona Rûsî Rûsya Today re da û got; Îsraîlê dixwaze li S300ên Sûriyê bixe ku Rûsyayê dabû Sûriyê û got jî; ez bawer nakim, Îsraîl bikaribe gavên cidî biavêje.

Larîcanî diyar kir mafê Rûsyayê heye ku parastina asîmanî ya S300ê li Sûriyê bicih bike û berjewendiyên xwe biparêze. Bi taybetî piştî ku îsraîlê balafira wê anî xwarê. Ev, mafê rewa ya Rûsyayê ye.

Berê, Wezîrê Hevkariya Herêmê yê İsraîlê ragihandibû veguhastina S300ê a bo Sûriyê wê bandor li çalakiya F353ên Emerîkî neke ku di envarterên Îsraîlê de ne. 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin