Îran: Êrîşa Koyê peyamek ji bo hemû neyarên Îranê bû

Fermandarê Supaya Pasdaran a Îranê Mihemed Elî Caferî ragihand, ku êrîşên 8ê Îlonê li ser bajarê Koyê, peyamek ji bo tevahiya neyarên Îranê bû li navçeyê û yên bi 2000 kîlometran dûrî me ne.

Li gorî nûçeyeke ajansa Sputnik a Rûsî, Elî Caferî derbarê êrîşa li dijî HDK û PDKÎ li Koyê got: Toleya Supaya Pasdaran ji terorîstan -Îran Pêşmergeyên Demokrat wek terorîst binav dike- peyamek bû ji bo hemû hêzên mezin, ku dixwazin pîlanan li ser me bisepînin û me jinav bibin.

Navhatî got: Ew bi dirêjiya 2000 kîlometran li derdora Îranê ne û dixwazin êrîşî axa me bikin, wê rastî heman çarenivîsê bên.

Berî niha jî supasalarê Pasdaran Mihemed Baqirî, Amerîka bi alîkarîkirina hêzên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê tometbar kiribû û daxwaz ji Iraq û Herêma Kurdistanê kiribû ku, endamên partiyên Rojhilata Kurdistanê radestî Îranê bikin.

Li ser wê daxwazê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê red kir ti endamekî partiyên Rojhilatê Kurdistanê radestî Îran bike.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin