Îran: DYA ji Reqayê were derxistin!

Li Iraq û Sûriyê, tansiyona kêşeya di navbera Îran û Emerîkayê de zêde dibe. Şêwirmendê Bilind ê Rêberê Komara Îslamî Elî Ekber Wîlayetî got, weke li Ebû Kemalê dê Emerîka ji Reqayê jî were derxistin.

 

Şêwirmendê Xaminêyî, Elî Ekber Wilayetî di konferansekê de li Tehranê, Amerîka bi avakirina DAÎŞê tohmetbar kir û got Amerîkayê DAIŞ ava kir da ku rûyê îslamê reş bike.

 

Wilayetî anî zimên, Îranê çawa bajarê Bûkemal ê Sûriyê ji destê Amerîka û DAIŞê derxist dê Reqayê jî ji destê Amerîka derxîne û got:

Amerîka li Sûriyê 12 navendên serbazî vekiriye û dixwaze 10 hezar serbazên xwe li wir bicîh bike lê divê Amerîka bizane ku çawa ji Bûkemal hat derxistin dê ji Reqayê jî were derxistin.”

 Wîlayetî wisa pê de çû: “Amerîka û welatên parêzvanên siyonîstan divê vê yekê bizanin, ku dê ji Reqayê jî werin derxistin. Xeyala wan ew bû ku li Elbû Kemal bimînin lê pêk nehat. Wan dixwest bi mayîna li Ebû Kemalê peywendiya Tehran, Şam, Beyrût û Bexdayê qut bikin lê nekarîn xwe dilxweş bikin.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin