Îran dîmenê balafira Amerîkayê ya ku xist belav kir

Artêşa Îranê balafira bê mirov ya Amerîkayê ya li ser Buhira Hurmuzê ku bi roketa ji sîstema parastina hewayî ji aliyê Îranê de hatibû avêtin û balafira Amerîkayê xistibû, belav kir.

Artêşa Îranê balafira bê mirov ya Amerîkayê ya li ser Buhira Hurmuzê ku bi roketa ji sîstema parastina hewayî ji aliyê Îranê de hatibû avêtin û balafira Amerîkayê xistibû, belav kir. Belavkirin di ser hesabê civakî ya televizyona dewleyê ya Îranê de hat belavkirin. Di dîmen de ew fuzeya ku artêşa Îranê avêtiye balafirê, dema ketina balafirê nîşan dide.

Hedefa ku lê dane an ku balafira Amerîkayê RQ-4 Global Hawk e û dikare bilind bifire. Di dîmenan de Îran nîşan dide ku balafir ji Emaratan ji baregeha Amerîkayê ya bi navê Ez Zafra bi hewa ketiye û çûye ketiye nava sînorê seha hewayî ya Îranê.
CENTCOM jî ragihandibû ku raste balafira wan di ser Buhira Hurmuzê de derbas bûye lê di nava sînorê hewayî ya navdewletî de hatiye xistin.


 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye