Îran: Bila Tirkiye operasyona Şaxa Zeytûnê bisekinîne!

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî îro duşemê xwest ku Tirkiyeyê operasyona xwe ya li dijî Efrînê bisekinîn û helwesta xwe ya di vê çarçoveyê de ji nû ve binirxîne.

Qasimî di civîna xwe ya heftane de teqez kir ku "pêwîst e, operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê li Sûriyeyê bê rawestandin" û destnîşan kir ku" dibe ku berdewamiya bi vî awayî bêîstiqrariyê û terorîstan careke din vegerîne."

Herwiha rayedarê îranî got ku "divê hikûmeta Tirkiyeyê mijarê ji nû ve binirxîne û divê her tiştê têkilîdarî Sûriyeyê di rêya pêvajoya Atsanayê re bişopîne."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin