Li gorî zanyariyan, Îranê piştî ku bi lez depoyên xwe yên mûşekan ên binerdî vekirin, niha dikare hinek mûşekên dûravêj biavêje Îsraîlê û welatên din ên Rojhilata Navîn.
Tê gotin, "Ev jî lawaziya stratejîk a bombebaranên Amerîkayê nîşan dide."
Rapor destnîşan dikin ku êrişên Amerîka û Îsraîlê bi hefteyan rê li ber gihiştina Îranê ya baregehên binerdî yên mûşekan girtibû.
Ev yek piştî xirakirin û rûxandina rê û deriyên tunelan pêk hatibû.
Lê hinek wêneyên peykê yên ku ketine destê CNNya Amerîkayî, nîşan didin bê ka Îranê çawa amûrên sade bi kar anîne.
Wan bi mesrefekî kêm astengî rakirine û dîsa gihiştine mûşekên xwe.
Li gorî pisporan, şiyana mûşekî ya Tehranê tenê bi armancgirtina deriyên tunelan ji holê ranabe.
Îran û Amerîkayê her çi qasî ji bo ducare vekirina Tengava Hurmizê peymaneke destpêkî kiribe jî hîn çend mehan pêwîstî bi xebatê heye da ku hûrgilî werin zelalkirin.
“Eger şer dest pê bike dê şiyana Îranê ya avêtina mûşekan hebe”
Alîkarê Lêkolînan ê Navenda James Martin Sam Lair wiha got:
“Eger şer dest pê bike, Îran di rewşekê de ye ku dikare mûşekan biavêje, heta wê dema ku platform û tîmên wê yên pêwîst hebin, heta ku hilberîn sekinîbe jî.
Tiştek nîne ku rê li ber têrkirina platforman a ji wê depoya mezin a mûşekan bigire ku hîn jî di destê Îraniyan de ye.”
Îranê di dema şer de, bi rîskeke mezin xebitî ku deriyên tunelan vebike.
Gelek caran Amerîka û Îsraîlê ew amûrên ku ji bo vekirinê dihatin bikaranîn dikirin hedef.
Wê xebatê wisa kir ku Tehran di heyama şer de avêtina mûşekan bidomîne, her çi qasî bi rêjeyeke pir kêmtir bûya jî.
Piştî agirbesta beriya zêdetirî 7 hefteyan, hewlên Îranê yên ji bo vekirin û nûjenkirina baregehan bi awayekî berbiçav leztir bûne.
CNNyê eşkere kiriye ku Îranê ji 69 deriyên tunelan ên 18 baregehên binerdî yên ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatibûn bombebarankirin, 50 derî vekirine û paqij kirine.
Îranê beşên din ên baregehan jî nûjen kirine, di nav wan de ew rêyên ku Amerîka û Îsraîlê bombebaran kiribûn da ku rê li ber bikaranîna platformên avêtina mûşekan bigirin.
Wêneyên peykê nîşan didin ku hema bêje hemû çalên ku ji ber bombebaranan çêbûbûn hatine tije kirin.
Her wiha li 2 baregehan ducare qîr jî hatine kirin.
Sam Lair li ser vê yekê got, “Artêşa Amerîkayê di bidestxistina serkeftina taktîkî de baş e, wekî girtina demkî ya hêza mûşekî ya Îranê lê eger ev yek li gel stratejiyeke zelal a ji bo serkeftinê û armanceke aqilane ya şer nebe, dibe ku di dawiyê de bibe têkçûneke stratejîk.”
Berdevkê Pentagonê Sean Parnell li ser van hewlên nû yên Îranê yên ji bo paqijkirina deriyên tunelan tenê daxuyaniya xwe ya berê ducare kir û got:
“Artêşa Amerîkayê li cîhanê ya herî bihêz e û hemû şiyanên wê hene da ku erkan di wî dem û cihî de bi cih bîne ku Serok biryarê li ser dide.”
Armanca şer
Serokê Amerîkayê Donald Trump çendîn caran amaje bi depoya mûşekan a Îranê daye û wê wekî sedemeke şer nîşan daye ku têkdana wê yek ji armancên sereke ye.
Trump di peyameke xwe ya meha Adarê de li ser tora Truth Socialê, "lawazkirina temamî ya şiyana mûşekan, platforman û hemû tiştên din ên girêdayî Îranê" wekî yek ji 5 armancên şer diyar kiribû.
Tora baregehên mûşekan ên binerdî yên Îranê, ku zêdetirî 20 sal in dest bi çêkirina wan hatiye kirin, parastineke mezin dide mûşek û platformên wan ên avêtinê.
Kûrahiya van dezgehan ku hinek ji wan di bin bi sedan metre zinaran de ne, şiyanên artêşên Amerîka û Îsraîlê yên ji bo êrişkirina ser van baregehan sînordar dike.
Ji ber wê jî di hefteyên destpêkê yên alozî û şer de, berê xwe da bombebarankirina deriyên baregehan.
Ev yek li gel hewlên dîtin û têkdana platformên avêtinê bû sedema kêmkirina berbiçav a avêtina mûşekan ji aliyê Îranê ve.
Wan êrişan zerereke zêde gihand baregehan.
Bi awayekî ku piraniya deriyên tunelên wan xistin bin çiyayekî ji paşmayên bombebaranan û rêyên ber bi wan deveran ve jî xera kirin.
Wêneyên peykê yên ku wê demê ji aliyê CNNê ve hatibûn lêkolînkirin, nîşan dan ku dezgehên wekî baregeha mûşekî ya bakurê Îsfehanê ku cihekî sereke yê binerdî ye, ji ber çendîn bombebaranan wêran bûye.
Her wiha paşmayên bombebaranan tunel nixumandibûn û platformên li derveyî baregehê jî hatibûn şikandin.
Amerîka û Îsraîlê hewleke berfireh jî da daku zincîreya dabînkirina mûşekan a Îranê têk bidin.
Ji wan kargehên ku perçeyên elektronîk ên biçûk tê de tên çêkirin, heta wan deverên ku sotemeniya roketan û laşê mûşekan tê de tên çêkirin.
Piştî ku Amerîka û Îranê 8ê Nîsanê li ser agirbestekê li hev kir, Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth qala wan hewlan kir.
Wî ragihand ku Îran "mijûlî derxistina platform û mûşekên xwe ye ji bin axê, bêyî ku şiyana wan a guherînê hebe. Ti pîşesaziyeke we ya parastinê nemaye."
Li gorî zanyariyên nefermî, hîn jî Îranê nêzîkî hezar mûşekan di wan baregehên binerdî de parastine.
Pispor wisa nafikirin ku ew depoyên ku di kûrahiya erdê de ne ji ber êrişên asmanî gelek zerer dîtibin.
Bi taybetî gava tê dîtin ku artêşa Îsraîlê bi heman şêwazî di şerê 12 rojî yê sala borî de êrişî deriyên tunelan kiriye.
Lêkolînerê Bilind ê Enstîtuya Lêkolîna Aştî û Siyaseta Ewlehiyê ya Zanîngeha Hamburgê Timur Kadyshev ku lêkolînan li ser mûşekên Îranê dike, wiha got:
“Ew 20 sal in xwe ji bo şerekî bi vî rengî amade dikin. Ew gelekî amade ne.”
Gaveke lezgîn a nûjenkirinê
Îranê ji bo ducare vekirina baregehan, amûrên curbicur ên avahîsazî û derxistina axê bi kar anîne.
Di wêneyên peykê de makineyên kar tên dîtin ku paşmayan radikin û barhilgir jî çalan bi axê tije dikin.
Li yek ji baregehên dervayî Îsfehanê, Amerîka û Îsraîlê di dema şer de çendîn êriş pêk anîn da ku 4 deriyên tunelê bigirin.
Herî kêm 18 çalên mezin di 2 deriyan de dihatin dîtin. Ev jî nîşaneya wê ye ku çendîn teqemeniyên zêde ji bo girtina tunelan hatine bikaranîn.
Di destpêka meha gulanê de, wêneyekî peykê barhilgirek nîşan da ku ji bo tijekirina çalan hatiye bikaranîn.
Her du deriyên din jî ku ji ber çal û paşmayan hatibûn girtin, berê hatibûn vekirin û ew rêyên ku ji ber bombebaranan wêran bûbûn, hatibûn qîrkirin.
Li baregeheke dervayî bajarê Xumeynê di nîvê meha nîsanê de, wêneyekî herî kêm 10 amûrên avahîsaziyê nîşan dan ku mijûlî karkirinê bûne ji bo ducare vekirina yek ji deriyan.
Dibe ku êrişên li ser kargehên mûşekan ên Îranê rê li ber Tehranê negirin ku ji bo wê maweya ku Amerîka û Îsraîl dixwazin, şiyana xwe ya hilberîna mûşekan ducare ava bike.
Di heyama şerê 12 rojî de, êrişî hinek ji wan kargehan hatibû kirin.
Êrişên demên dawiyê gelekî berfirehtir bûn jî lê wêneyên peykê nîşan da ku Îranê berê hinek ji wan dezgehan nûjen kirine ku hezîrana borî kiribûn hedef.
Nirxandinên îstixbaratî yên Amerîkayê destnîşan dikin ku Îranê berê dest bi avakirina şiyanên leşkerî yên sereke kiriye, di nav wan de destpêkirina ducare ya hilberînê.
RUDAW