Li gel nûçeyên berfireh ên medyaya cîhanî yên ji bo amadebûna Hêzên Pêşmergeyan yên partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji bo vegerê, gotara zal a Îranê ya gefên eşkere û êrişa berfireh a li baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê, bi axaftinên nerasterast tevlîhev bûye.
Serokkomarê Îranê got, "Eger pirsgirêkeke me hebe, çêtir e em bi hev re rûnin û çareser bikin, lê bila em nebin lîstika Amerîka û Îsraîlê."
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan 6ê Adara 2026an derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê X daxuyaniyek belav kiribû.
Pizîşkiyan gotibû "Ez spasiya xelkê wêrek û bişeref ê Kurdistanê dikim ku di van rojên dîrokî de li gel Îranê sekinîn."
Peyama Pizîşkiyan
Pizîşkiyan di vê peyama xwe de welatiyên Rojhilatê Kurdistanê wekî alîgirên hikûmetê û xwe bi nav kirine, lê tirs a xwe ya ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê veneşart.
Loma di berdewamiya peyama xwe de, bêyî navê wan bîninivîse got:
"Pêwîst e hêzên çekdar ên parêzerên ewlehiyê bi tundî rûbirûyî her tevgereke cudaxwaz bibin."
Rojek şûnda, Pizîşkiyan di peyameke vîdeoyî ya tomarkirî de, cara ewil deriyê dan û standinê li ber Kurdan vekir û xwest ku pirsgirêk werin çareserkirin.
Pizîşkiyan di peyama vîdeoyî ya 7ê mehê de, bêyî navê partiyên Rojhilatê Kurdistanê bide, lê bêyî paşgir û pêşgirên "terorîst" û "cudaxwaz" dibêje:
"Peyama min ji bo beşek ji kom û aliyên li welatên cîran, ku difikirin di vê derfetê de êrişî axa me bikin, ev e ku çêtir e nebin lîstika emperyalîzmê. Dibe ku pirsgirêkên me bi hev re hebin.
Dibe ku gazincên me ji hev hebin, lê niha piştgiriya Îsraîlê, ku komkujiyê dike û Amerîkaya ku zordariyê dike, beşdariya van ji bo her tim diçe çarçoveya serşoriyê."
Serokkomarê Îranê her wiha got, "Azadî û serbilindî bi piştgiriya derewîn û rûviyan bi dest nayê" û got:
"Eger pirsgirêkeke me hebe, çêtir e em bi hev re rûnin û çareser bikin, lê bila em nebin lîstika Amerîka û Îsraîlê."
Hişyariya Larîcanî
Piştî van gotinên Pizîşkiyan, çend demjimêr şûnda, Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Elî Larîcanî di peyameke televîzyonî de bi zimanekî zelaltir ji yê Serokkomarê Îranê, rasterast navê Kurdan anî û got:
"Bi Kurdan re axivîn da ku wan teşwîq bikin. Bêhay ji wê yekê ku Kurd yek ji qewmên resen ên Îranê ne.
Her çend dibe ku di nav wan de hinek cudahiya nêrînan jî hebe, lê her ev Kurd dizanin Amerîkayê li Sûriyeyê çi bela aniye serê Kurdan.
Destpêkê ji Kurdên Sûriyeyê re gotin; em dê we biparêzin, piştre ji nişka ve miamelyek kirin û Kurd bi tenê hiştin."
Kurd kesên biaqil û têgihiştî ne û dizanin Amerîkî wekî bazirganan kar dikin. ew ne dilsoz in."
Dîroka dan û standinan
Beriya serkeftina Şoreşa Gelên Îranê beşek ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê ketin bin kontrola partiyên Demokrat û Komeleyê û bi damezirandina Komara Îslamî ya Îranê re, bi dehan caran dan û standinên rasterast di navbera serkirdayetiya Kurd û hikûmeta Îranê de li Mehabad, Sine, Tehran û Qûmê hatin kirin, lê di dawiyê de Îran bi daxwaza otonomiyê ya ji bo Kurdistanê razî nebû û şerekî bi xwîn derket.
Piştî têkçûna hêzên Demokrat û Komeleyê, ev cara yekem e berpirsên bilind ên Îranê bêyî gotinên "terorîst", "cudaxwaz" û "hilweşiyayî" û binavkirina partiyên Rojhilatê Kurdistanê, daxwaza vekirina deriyê dan û standinan dikin.