Îran di demekê de ket nav vî şerî ku di aliyê aborî de di qonaxa xwe ya herî qels de bû.
Welat li ser wêraneya qeyraneke aborî ya 10 salî sekinîbû ku Fona Diravan a Navneteweyî (IMF) di rapora xwe ya meha Çiriya Pêşîn a 2025an de wekî "hilweşîneke demdirêj" pênase kiribû.
Li gorî pêşbîniyan, geşbûna aboriya Îranê ya ji bo sala 2025an di navbera ji sedî 0,3 û ji sedî 0,6an de bû ku ev rêjeyeke gelekî kêm e.
Banka Cîhanî jî hişyarî dabû ku dê sala 2026an aboriya Îranê ber bi sistbûneke temam ve biçe.
Amarên aborî yên Îranê metirsîdar in, rêjeya enflasyonê di dawiya sala 2025an de gihişt ji sedî 48,6an û bihayê xwirekê jî bi rêjeya ji sedî 70 bilind bû.
Aliyê herî metirsîdar ê krîza, hilweşîna nirxê tumen e. Di demekê de ku beriya hatina ser desthilatê ya Komara Îslamî ya Îranê ya sala 1979an, bihayê dolarekê 7 tumen bû, Kanûna Pêşîn a sala 2025an gihişt 175 hezar tumenî.
Sindoqa Diravî ya Navneteweyî di rapora xwe ya herî nû de amaje pê kiriye ku Îran ji bo hevsengiya budceya xwe biparêze, pêwîstiya wê bi wê yekê heye ku bihayê her bermîla petrolê 163 dolar be ku ev jî du qatî bihayê cîhanî ye.
Petrol û cezayan Îran ji kar xist
Petrol ku şahdemara aboriya Îranê ye, bûye sedema sereke ya hilweşînê.
Li gorî budceyê û gelek çavkaniyên cuda, hikûmeta Îranê di budceya 2025an de ji sedî 51ê dahata petrol û gazê ji bo Supaya Pasdaran veqetand û beşeke kêm ji bo xizmetguzariyên giştî ma.
Cezayên ji sala 2018an ve heta niha nêzîkî 450 milyar dolar zerer gihandiye dahata petrola Îranê.
Bi destpêkirina şerê 28ê Sibatê hinartina rojane ya petrola Îranê ji 1,5 milyon bermîlan daket tenê 102 hezar bermîlên.
Vê rewşê jiyana xelkê tengav kiriye.
Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ya Îranê sala 2024an ragihandibû ku ji sedî 57ê xelkê tûşî kêmxwirekiyê bûye.
Birîna elektrîkê, bihabûna dermanan û hilweşîna bihayê pereyê niştimanî dawiya sala 2025an, bûn sedema serhildana nerazîbûnekê li 31 parêzgehên Îranê ku wekî mezintirîn xwenîşandanên piştî şoreşa 1979an tê dîtin.
Li gorî hinek çavkaniyan, zêdetirî 36 hezar kesan di xwenîşandanan de canê xwe ji dest da.
Lêçûna şer, fatoreyeke giran ji bo Tehran û herêmê
Enstîtuya Lêkolînên Siyasî ya li Washingtonê ku sala 1960î hatiye damezirandin, 3yê Adara 2026an, lêçûna operasyona Amerîkayê ya rojane bi 60 milyon dolarî texmîn kiriye.
Ajansa Anadoluyê tevahiya xerciyên Amerîkayê yên tenê di 24 demjimêrên ewil de bi 779 milyon dolaran diyar kiriye, tevî wan 630 milyon dolarên ku ji bo amadehiyên leşkerî yên beriya êrişê hatibûn xerckirin. Kent Smettersê aborînasê Amerîkayî û birêvebirê navendeke lêkolîna budceyê texmîn dike ku di rewşa herî xerab de dê tevahiya mesrefên aborî yên şer ji bo Amerîkayê bigihin 210 milyar dolaran.
Projeya "Lêçûnên Şer" a Zanîngeha Brownê xerciyên Amerîkayê yên girêdayî nakokiyên bi Îranê re ji Çiriya Pêşîn a 2023yan ve heta niha bi nêzîkî 33 milyar dolaran texmîn kiriye.
Lêçûnên Îsraîlê bi rêjeyî zêdetir in. Enstîtuya Aaronê ya ji bo Siyaseta Aborî li Îsraîlê, lêçûna rojane ya şerê Îsraîlê bi 725 milyon dolaran texmîn kiriye.
Îsraîlê tenê sala 2025an nêzîkî 55 milyar dolar di nakokiyên herêmî de xerc kirine.
Ji Navenda Lêkolînan a Stimsonê Christopher Preble jî li ser vê yekê got, "Niha bala Amerîkî û Îsraîliyan li ser wê yekê ye ku di demeke herî nêzîk de şiyana êrişkirinê ya Îraniyan ji kar bixin yan jî kêm bikin."
Îran dê heta kengî xwe ragire?
Mesrefa şer a ji bo Îranê ew dahat e ku ji ber şer ji dest dide.
Li gorî texmînan û hesabkirina wê dahata petrolê ya ku nemaye û bi liberçavgirtina budceya salane ya Supaya Pasdaran, tê texmînkirin ku lêçûna rojane ya şer a ji bo Îranê di senaryoyên cuda de di navbera 100 û 150 milyon dolaran de be.
Şirovekarê siyasî Andrew Phillips di wê baweriyê de ye ku Îran ji aliyê leşkerî ve dikare ji bo demeke dirêj bi rêya artêş û dron û komên çekdar ên alîgirên xwe şerekî navberdayî bike, ji ber ku ew çekên bi kar tîne erzan in lê ji aliyê aborî û siyasî ve, welat nikare xwe li ber şerekî dijwar ê demdirêj ragire.
Saziya "Oxford Economics"ê pêşbînî dike ku qonaxa şerê dijwar qet nebe du mehan biajo.
Her wiha Serokê Amerîkayê Donald Trump di destpêka vê mehê de ragihandibû ku şer dibe ku 4 heta 5 hefteyan biajo.
Piştî kuştina Elî Xamineyî, encumena nû ya serkirdayetiya Îranê amaje bi amadebûna xwe ya ji bo dan û standinê kiriye.
Ev jî nîşaneya wê yekê ye ku Tehran niha "mana rejîmê" dixe pêşiya serkeftina leşkerî, her çi qasî Sekreterê Encumena Asayîşa Niştimanî ya Îranê Elî Larîcanî dibêje ku ew amade nînin dan û standinan li gel Amerîkayê bikin.
Hemû nîşane ber bi wê yekê ve diçin ku Îran nikare ji çend hefteyan zêdetir şerekî dijwar bidomîne.
Aboriyeke ku beriya şer ji sedî 48,6ê enflasyonê wê hebûbe û nîvê niştecihên wê di bin xeta xizaniyê de bin, nikare xwe li ber zextên zêdetir ragire.
Tê pêşbînîkirin ku qonaxa şerê dijwar di navbera 2 û 5 hefteyan de bi dawî bibe û piştre serî li dan û standinan were dayîn.
Îran hewl dide bi rêya karta Tengava Hurmizê destkeftiyên dîplomatîk bi dest bixe beriya ku aboriya wê bi temamî têk biçe.
Rastî ev e, Îran bi aboriyeke şikestî ket nav şer, niha jî şer wî welatî dibe qonaxekê ku êdî vegera wê nîne.