Îran alîkarîyên bo mexdûrên lehîyê paş da vedigerîne!

Îranê ew alîkariyên ku li bajarê Xaneqînê yê Başûrê Kurdistanê ji mexdûrên lehiyê re hatibûn komkirin, paşde vegerand!

Duh ew alîkariyên ku xelkê bajarê Xaneqînê bo mexdûrên lehiyê yên bajarê Loristanê  hatibû komkirin, ji deriyê sînorî yê Perwêzxanê re derbasî Îranê hatin kirin.

Yek ji wan kesên ku ew alîkarî dabûn komkirin, bi navê Selam Ebdullah got: "Piştî ku me alîkarî derbasî Îranê kir, Heyva Sora ya Îranê, bi hêceta ku nehatine pakêtkirin, ew alîkarî ji me wernegirt û paşde vegerand."

Konsêra alîkarîyê

Li alîyekî din 11 hunermendên Başûrê Kurdistanê roja 13ê vê mehê li bajarê Silêmaniyê konsêrekê didin, ew diravê ku di firotina bilêta wan konsêran de tê komkirin, dê ji mexdûrên lehiyê li parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re bê şandin.

Ew konsêrt ji aliyê koma mûzîkê ya Lor ve hatiye organîzekirin. Ew hunermendên ku beşdarî konsêrtê didin, ev in: Eta Çavşîn, Kenar Taha, Seidûn Kakeyî, Şîlan Osman, Mihemed Reûf Kerkûkî, Niyan Ebdullah, Loqman Selîm, Rênas Wirya, Osman Mîrweys, Şivan Qeredaxî, Azad Reş.

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye