Îran 4 sal in avê li ser Herêma Kurdistanê dibire

.

Tevî ku gelek peymanên navneteweyî yên li ser çawaniya serederîkirina ligel ava hevpar a navbera welatan de hene jî, Tirkiye û Îran pabendî wan peymanan nabin û avê li ser Herêma Kurdistanê dibirin.

Ji bo sala çaremîn li ser hev, Îran bi birîna ava çemên Zêyê Biçûk û Sîrwan li parêzgeha Kurdistanê berdewam e û ziyaneke mezin gihaye xelkê Herêmê.

Ev yek hemû rêkeftin û yasayên navdewletî yên derbarê ava çemên hevbeş de binpê dike û dibe sedem ku bi sed hezaran masî bimirin û ziyaneke mezin bigihe berhemên çandiniyê û cotkarên Herêmê, li gorî ku rayedarên Herêmê yên sektora çandiyên radigihînin.

Di wê derbarê de, Mamosteyê zanîngehê Selam Mehmûd ji K24 re got: "Îran ji Havîna 2017an ve pabendî peymana avê nabe û ava çemê Zabê bi riya bendava Kolsa digire. Ev mijar girêdayî yasayên navdewletî yên ava hevbeş e û divê Hikûmeta Iraqê di vî warî de tevbigere."

Herwiha Endamê Perlemantoya Iraqê Arezû Mehmûd ji K24 re got: "Li ser ewlehiya avê, rêkeftin di navbera welatan de heye. Hikûmeta Bexdayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî gelek caran ji rayedarên Îranê xwestine ku avê bi temamî qut nekin, lê belê ew berdewam in li ser qutkirina avê bi taybet di Havînê de. Eger Îran avê berde jî, bi rêjeyeke biçûk dibe û têra pêdiviyên Herêmê nake, ji ber wê jî, karesat encam didin.”

Birîna çemên Serwan û Zêyê Biçûk gelek caran dibe sedema krîza ava vexwarinê li gelek navçeyên Herêma Kurdistanê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berdewamî peywendiyê bi konsolxaneya Îranê ya li Herêma Kurdistanê û aliyên pêwendîdar re dike, ji bo vedîtina çareyan ji wê pirsgirêkê re, lê belê arîşe heta niha berdewam e.

Kurdistan Haberleri

Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin