INSS nivîsî: Bo jiholêrakirina hebûna Îranê li Sûriyê, dibe ku Îsraîl bikeve Îranê

Saziya fikrê ya Îsraîlî, INSS raportek li ser çareserkirina pirsgirêkên li pêşiya îsraîlê ya 2019an belav kir û got, bo jiholêrakirina hebûna Îranê li Sûriyê, dibe ku Îsraîl dê bikeve Îranê.

Di raporta INSSê de hat gotin ku mezintirîn gefa îsal ev e ku, eger heye li bakûr, digel Îran, Sûrî û Hîzbulahê şer bike ku di vî şerê bi vî awayî de dibêtî ev e ku şer derbasî başûr jî bibe û dê îsraîl mecbûr bimîne digel Hamasê jî şer bike ku Xazeyê kontrol dike.

Di raportê de hat gotin gefa herî piçûk Xazeya dorpêçkirî ye bes, heke çareseriyek neye peydakirin, eger ev e ku gengeşeyên li herêmê ji derên dinan bileztir zêde bibin.

Di raportê de hat eşkerekirin ku Trump beramberî Obamayê li hember programa nukleerî ya Îranê gavên tundtir diavêje bes Washington ne amade ye li dijî Îranê gavekî leşkerî biavêje û piştî biryara vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê, dibe ku ji bo dawîlêanîna hebûna Tehranê li Sûriyê, Îsraîlê pêwîst bibîne bikeve Îranê.

Hêjayî bibîrxisinê ye ku doh jî Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Natanyahu bangî Îranê kiribû ku hêzên xwe demildest ji Sûriyê derîne heke na ew ê êrîşên xwe bêsekn û bi wêrekî bidomînin. Îranê jî bersiva vê yekê dabû û gotibû em hêzên xwe û çek û cebilxaneyên xwe ji Sûriyê venakişin.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin