IMF 165 mîlyar dolar pere bi deyn daye 83 welatan

.

Fon a Pera ya Navdewletî IMF di rapora xwe ya salane de ragihand ku wan di sala 2020 an de, bi miqdarê 165 mîlyar dolaran bi deyn pere daye 83 dewletan. IMF rapora xwe bi navê “sala ne weka salan” bi navkir û di bin wî navî de rapora xwe amade kir.

Di raporê de hat gotin ku sala pandemiyê ji aliyê aboriyê de zelal nîne, di aboriyê de rawestandin heye, bêkarî heye, kêşa hewayê guheriye, teknolojî, otomasyon û pereyên dîjîtal bilind bûne û ev hemî tişt di jiyana mirovan de guhertinên kûr çêkirine.

Di raporê de tê gotin ku hukumetên dinyayê li hemberê bandorên pandemiyê bo aboriyê destek bikin gavên cesûrane avêtine. Li dora bihayê 12 trîlyon dolar malî û 7.5 trîlyon dolar pere xistine nava tevgera bazarê.

Di raporê de her weha behsa tedbîrên li hemberê krîza dinyayê yên ku ji aliyê IMF ê de hatine sitendin dike û dibêje IMF bo 49 dewletên ku dahata wan keme, 16.1 mîlyar dolar weka finansa bi îmtîyaz û bi temamî bo 83 welatan bi miqdarê 165 mîlyar dolarî desteka fînansmanê daye. Ji wan dewletan çavdêriya 129 welatan qediyaye.

 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin