Îmaratê balyozxaneya xwe li Şamê vekir

Îmaratê biryara da, ku têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi hikûmeta Sûriyê re asayî bike û di vê çarçoveyê de balyozxaneya wî welatî ya li Şam a paytexta Sûriyê ji nû ve dest bi kar û xebatên xwe dike.

Wezareta Derve ya Îmaratê ragihand, ew dixwazin pêwendiyên xwe bi Sûriyê re asayî bikin û di vê çarçoveyê de balyozxaneya wî welatî ya li Şam a paytexta Sûriyê dest bi kar dibe

 

Wezareta Derve ya Îmaratê da xuyakirin: “Ev pêngav ji bo nîşandana niyetpakiya Îmaratê û asayîkirina pêwendiyan bi Sûriyê re ye”.

 

Ji dema destpêkirina aloziyên li Sûriyê, Îmaratê pêwendiyên xwe bi hikûmeta Sûriyê ya bi serokatiya Beşar Esed re qut kiribû û piştgirî li grûpên opozisyona wî welatî û hewlên ji bo rûxandina desthilata Esed dida.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin