Îmarat: Nîgeraniyên navdewletî yên li ser Kurdan di cih de ne

Wezîrekî Îmaratê pesna rola Kurdan di şerê li dijî DAIŞê de da û ragihand, dilgiraniyên herêmî û navdewletî derbarê çarenivîsa kurdan, di cihê xwe de ne.

Wezîrê Dewleta Îmaratê ji bo karûbarên derve, Dr. Enwer Qirqaş da xuyakirin, Kurdan roleke baş di têkbirina DAIŞê de lîst û amaje bi nîgeraniyên herêmî û navdewletî yên têkidlarî rewş û çarenivîsa Kurdan kir.

 

Enwer Qirqaş di twîttekê de dibêje, ji ber rola Kurdan a giring di têşikandindina DAIŞê de, dilgiraniyên herêmî û navdewletî yên di derbarê çarenivîsa wan de di cihê xwe de ye.

 

Dr. Enwer Qirqaş herwiha got jî, ji ber wê yekê berjewendiya Erebî pêwîstî bi vê yekê heye ku di çarçoveyeke siyasî de, serederiyê li gel rol û pêgeha Kurd bike, tevî ku pêwîst e yekîtiya axa Sûriyê jî bê parastin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin