Îlham Ehmed: Ji bo pirsa aştiyê, pêdivî bi guhertina hişmendî û sîstema siyasî heye

.

 Berpirsa Pêwendiyên Derve yên Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, îro 19ê Mijdarê di roja duyem a şeşemîn Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn de gotarek pêşkêş kir. Ehmed tekez kir, ji bo çareserkirina pirsa Kurd, pêwîstî bi "hişmendiyeke ku karibe mêjî li şûna çek bikar bîne" heye û sîstema navendî ya "yek ziman, yek reng" weke çavkaniya aloziyan bi nav kir.

"Gelê Kurd li Sûriyeyê hîn jî bê maf e"

Îlham Ehmed da zanîn, ji bo pêkanîna aştiyê, divê di serî de hişmendî were guhertin û got: "Ev hişmendî di nava xwe de pirseke neteweyî ye ku bi salan e nehatiye çareserkirin û hîn jî gelê Kurd bê maf e." Herwiha got: "li Sûriyeyê hem mafê siyasî û hem jî mafê neteweyî hatiye binpêkirin. Ne tenê Kurd, lê hemû gelê Sûriyeyê ji mafên siyasî bêpar maye.

"Sîstema 'yek ziman, yek reng' çavkaniya şer e"

Berpirsa Pêwendiyên Rêveberiya Xweser siyaseta navendî ya li herêmê bi tundî rexne kir û got: "Eger îro li Sûriyeyê aştî pêk nehatiye, ev pirseke sîstemê ye. Sîstemeke temamî navendî, sîstemeke partiyeke desthilatdar û 'yek ziman û yek reng', dibe sedem ku hemû civak û alî werin çewisandin û mafên wan bên paşguhkirin. Sedema vê nakokiyê jî şer û ceng e."

"Pirsa jinan pirseke girîng a aştiyê ye"

Îlham Ehmed herwiha bal kişand ser pirsa jinan û got: "Pirsa jinan yek ji pirsên girîng ên aştiyê ye ku heta niha nehatiye çareserkirin." Herwiha bang kir ku divê nakokî di nava malbat, civak û hikûmetan de nemînin, bi taybetî li cem wan hikûmetên ku siyaseta yekalî dimeşînin.

Ji bo çareseriyê, Ehmed tekez kir ku divê hişmendî biguhere û got: "Pêwîst e em bi aqil û ramanê rê li ber şer bigirin û hişmendiyek were avakirin ku mafên hemû aliyên Sûriyeyê qebûl bike û li ser vî bingehî destûreke nû were danîn."

Kurdistan Haberleri

Îraq ji Rebîayê heta Pêşabûrê dîwar lê dike
Osman Baydemîr: Bila Hewlêr di navbera Qamişlo û Enqereyê de bibe pirek
Neteweyên Yekbûyî: Em dixwazin WFP xwedî dahata pêwîst be
Rêjîma Îranê li heyama 2 rojên derbasbûyî de 9 girtiyên din jî bidar vekirin
Yadê Şehîdên tevgêra Jin, Jiyan, Azadiyê li Rojhilatê Kurdistanê bilind tê ragirtin