Îlham Ehmed: Hebûna Amerîka garantiyê dide ji bo gihîştina hevtêgihîştinên siyasî

.

Seroka Encûmena Cibicîkar a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed diyar kiriye, hebûna Amerîka li Sûriyê garantiyê dide ji bo gihîştina hevtêgihîştinên siyasî û da zanîn, MSD ji bo yekxistina Opozîsyona Sûriyê, bang li Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê kiriye.

Seroka Encûmena Cibicîkar a MSDê Îlham Ehmed di hevpeyvîneke bi rojnameya “Şerq El-Ewset” re destnîşan kiriye, wê ji Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîka bo Karûbarê Rojhilatê Nêzîk Joey Hood re daye zanîn, hebûna Amerîka li Sûriyê garantiyê dide ji bo gihîştina hevtêgihîştinên siyasî.

Îlham Ehmed destnîşan kir, Hood da zanîn, Washington dê hêzên wan li rojhilatê çemê Ferêt bimînin, ji bo ku alîkariya Sûriyan bikin, da ku li gor biryara navdewletî (2254) bigihên hevtêgihiştinên siyasî.

Îlham Ehmed da zanîn, wê ji Hood re gotiye, dema garantîkarê Amerîkî ji Sûriyê vekişe, dê metirsî li ser pêşeroja Sûriyê hebe.

Herwiha eşkere kir, wan wek MSDê Hood agahdar kirine: “Dema Amerîka biryara vekişîna ji Sûriyê bide, divê di çarçoveyeke demî û planeke baş lêkolînkirî de be û em jî gihîştibin çareseriyên siyasî û hevtêgihîştinan li ser çarenivîsa herêmê.”

Îlham Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de ragihand, wan pêşniyaz kiriye kongreyeke giştî ji hemû aliyên opozîsyonê re were girêdan, da ku bigîhin çarçoveyeke hevnêrîn ji bo rûbirûyî siyasetên rejîmê bibin û çareseriyek siyasî ferz bikin.”

Herwiha got: “Em dixwazin pêwendiyê bi xelkê Idlib û parêzgehên hundirê Sûriyê wek Şam, Humis, Hema û Quneytere re bikin û ji wan re bibêjin ku em aştiyê dixwazin û dixwazin bigîhin çareseriyên siyasî.”

Seroka Encûmena Cibicîkar a MSDê bang li Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê “Îtîlaf” û Desteya Danûstandinan jî kir, da ku ew jî bikevin nav hewildan û xebatên ji bo yekxistina rêzên opozîsyonê û avakirina statuyeke siyasî ku nûnertiya hemû aliyan bike.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye