Îlham Ehmed: Eger heye HSD tevlî Artêşa Sûryê bibe

Seroka Desteya Bicîkar a Encûmena Sûriya Demokrat Ilham Ehmed ji kenala BBC ya Birîtanî re ragihand, ku dibe di pêşerojeke nêzîk de, Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) tevlî Artêşa Sûryê bibin.

Ilham Ehmed diyar kir, heger li ser sîstema rêvebirina Sûriyê û pêşeroja wî welatî, rêketinek di nav wan û rêjîmê de çêbibe, wê demê HSD wê tevlî artêşa Sûriyê bibe, lê heya niha ti rêketin di danûstendinan de çênebûye.

Ehmed di derbarê zeviyên petrola Rojavayê Kurdistanê de got: Niha ew zevî di bin kontrola HSDê de ne û ew ê bimînin di bin kontrola HSDê de, heya dema ku krîza Sûriyê bi temamî bê çarekirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin