İHD ji bo zarokan wê bernameya şahiyê li dar bixe

Komisyona Mafên Zarokan a Komeleya Mafên Mirovan (İHD) a Stenbolê ji bo Roja Têkoşîna Li Hemberî Karkeriya Zarokan a Cîhanî, di 15ê Hezîranê de wê şahiyekê li dar bixe.

Komisyona Mafên Zarokan a Komeleya Mafên Mirovan (İHD) a Stenbolê ji bo Roja Têkoşîna Li Hemberî Karkeriya Zarokan a Cîhanî, di 15ê Hezîranê de wê şahiyekê li dar bixe.

Komisyona Mafên Zarokan a Komeleya Mafên Mirovan (İHD) a Stenbolê ji bo Roja Têkoşîna Li Hemberî Karkeriya Zarokan a Cîhanî, wê şahiyekê li dar bixe. Şahî wê di bin sernavê “Ne li tamîrxaneyan, li zeviyan, li madenan, zarok li parkan bextexewar in” de pêk bê.

Şahî wê 15ê Hezîranê, roja şemiyê wê saet di 16.00ê de dest pê bike û li Parka Abbasagayê ya Stenbolê bi rê ve biçe. Saet di navbera 17.00 û 18.00ê de Koma Muzîka Zarokan, Şubadap wê konsertekê bide. Her weha wê di bernameyê de bernameyên cihereng li dar bikevin.

Di meha gulanê de 9 karkerên zarok mirine
Sala 2018ê weke “Sala Têkoşîna Li Hemberî Karkeriya Zarokan” ve hatiye ragihandin. Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetguzariya Civakî bi hevkariya gelen sazî û dezgehan re, programa netewî ya têkoşina li hemberî karkeriya zarokan (2017-2013) hatibû sazkirin.

Li gorî rapora Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (İSİG), 4 jê di bin 14 salî re, 9 karkerên zarok, di Gulana 2019ê de mirine.

Siyaset Haberleri

Saziyên zimên li Wanê dicivin: Stratejî û polîtîkayên nû tên nîqaşkirin
Di 20 rojan de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 164 kes hatin îdamkirin
Bexda vekirina deriyê sînorî “Rebîe” yê bi Hesekê re red dike
Kitêbeka girêdayî jiyan û xebata Barzaniyê Nemir li Encûmena Nûnerên Iraqê hat nasandin
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Vancouverê bi diruşma "Zimanê Dayikê" tê lidarxistin