ÎHD: Gotinên Soylû şaş û nerast in

.

İHDyê aşkere kiriye ku wan ji bo ku leşker û polîs serbest bimîne gelek caran bang kirine lê hewldanên wan bê encam mane.

Komeleya Mafên Mirovan(ÎHD) bi daxuyaniyek bersiva îdiayên Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî daye. Soylû ji bo ÎHDyê gotibû “xwedê rihê we bigire”.

Di daxuyaniya komeleyê de hatiye destnîşankirin ku îdiayên yên derbarê me de hemû şaş û nerast in. Wezîr Soylû gotibû, İHD ji qetlîamên sivîl re bêdeng maye.

Komeleyê weha gotiye:

Komeleya Mafên Mirovan(ÎHD) li cîhanê yek jê grîngtirîn rêxistina mafê mirovan e. Ji bo wezîr û brokratan şerme ku ziman, daxuyanî û rêbazê İHDyê nizanin.

Soylû ev îdiayên xwe di 16ê Sibata 2021an de bi mebesta agahdarkirinê di Lijneya Giştî a Parlamentoyê de anîbû ziman û Komele û rêvebirên wê kiribû hedef. Her weha ji bo İHDyê gotibû “xwedê rihê we bigire.”

Komeleyê diyar kiriye ku ji ber van gotinan divê Soylû ji civakê daxwaza lêborînê bike û weha gotiye, “Kî dibe bila bibe yên ku êrişî sivîlan kirine em her dem li dijî derketine û me ew şermezar kirine.

İHDyê aşkere kiriye ku wan ji bo ku leşker û polîs serbest bimîne gelek caran bang kirine lê hewldanên wan bê encam mane.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin